خرید بک لینک

Li Tirkiyê piştî rakirina parêzbendiyên parlamenteran, ji ber doza lêpirsîna derbarê wî de, hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Selahedîn Demirtaş ji aliyê serdozgeriya komarê ya Enqereyê ve ji bo wergirtina îfadeyê hate vexwendin.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê Rûdaw`ê, di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê serdozgeriya komarê ya Mêrsînê ve dihat birêvebirin, hevserokê HDP’ê vexwendine dadgehê.

Serdozgeriya komarê ya Enqereyê di çarçoveya vê lêpirsînê de bi ferman Selahedîn Demirtaş vexwende dadgehê.

Demirtaş jî piştrast kir ku ew vexwendine dadgehê lê li gor biryara ku stendine ew ê neçin ber dadgehê.

Ji bilî Demirtaş, parlamenterên HDP’ê Dirayet Taşdemîr û Bedran Ozturk jî ji bo wergirtina îfadeyan ji aliyê dadgehê ve hatine vexwendin.

Derbarê Demîrtaş de 77 fezleke hatine amadekirin.

کۆدی بابهت: 58827 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۱۰ | کاتژمێر: 22 : 32

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: جمعه 11 تير 1395 ساعت: 1:43

صفحه بندی