Muxalefetê bertekên tûnd nîşanî qutkirina dengê medyayê da. Nûnerên partiyan destnîşankirin ku mebesta sereke qutkirina dengê mixalefetê ye. Peywîrdarên qamûyê jî hişyar dikin da ku karên nehuqûqî nekin. Nûnerên partiyan dûpatkirin ku hesabê sucên ku tevî qanûn û qanûna bingehîn hatin kirin dê werin pirskirin.
Ev operasyona jinavbirinê ye
“Tirkiye mixabin bûye welatê qayuman. Mixabin êdî li Tirkiyê azadiya medyayê nemaye. Rastûrast bi qayuman tê birêvebirin. Ev operasyona bêdengkirin û ji navbirinê ye. Berî niha ji bo hinek rojname û televîzyonan jî qayum hatin tayînkirin. Piştre ew rojname û televîzyon jî girtin. Êdî eşkere bûye ku qayum ne ji bo îhyakirinê, ji bo vebinxistin û girtinê tên tayînkirin.”
Hukimet bi destê qayuman dest datîne ser sermiyanê
“Îqtîdar ne tenê medyaya muxalîf, bi tehdîda qayumê li medyaya ku nikare qontrol bike jî zilmê dike. Qayum weke lijneya hakemên bi xêr dihate zanîn lê di destê vê îqtîdarê de vedigere cinawirekî zilmê. Êdî hukimet bi destê qayuman dest datîne ser sermiyanê. TMSF pêşî dest datîne ser saziyan piştre jî dide destê Erdogan. Ev ê miheqeq hesabê van nehuqûqiyan bidin.”
Divê civak li hemberî vê zilmê li ber xwe bide
“Kesên ku lazim e huqûqê tetbîq bikin guhdariya huqûqê nakin. Lê her kes dizane ku ev nehuqûqî ye. Ji tirsanan kes nikare dengê xwe bike. Lê lazim e êdî civak li hemberî vê zilmê li ber xwe bide. Lazim e siyaset jî a destê xwe pêk bîne. Heke na, hemî medyayên ku naxwazin têkevin bin bandora îqtîdarê dê nesîbê xwe ji vê nehegiyê bistîne.”
Çavkanî: Zaman
کۆدی بابهت: 53879 | بهروار: ۱۳۹۴/۱۲/۱۵ | کاتژمێر: 15 : 41
- - , .
برچسب:
نویسنده: استخدام کار