Balyozxaneya Îranê ya li Enqereyê bi daxuyaniyekê, careke din welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê hişyar kir.
Li gor rapora Kurdpress`ê di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: Her wekî daxuyaniyên berê, em careke din ji hevwelatiyên xwe yên li Tirkiyeyê û herwiha misafirên ku dixwazin serdana Tirkiyeyê bikin, dawaz dikin ku di serdanên xwe yên ji bo wî welatî de ji cihên qerebalix dûr bikevin û hişyarî û şert û mercên ewlehiyê yên rayedaran berçav bigirin.
Herwiha em ji welatiyên xwe re tendirustiyê hêvî dikin û daxwaz dikin ku her gava ku ji wan re pirsgirêk an bûyerek çê bû, demildest li gel balyozxane yan konsulxaneyên Komara Îslamî ya Îranê pêwendiyê bigirin.
کۆدی بابهت: 58870 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۱۲ | کاتژمێر: 10 : 55
برچسب:
نویسنده: استخدام کار