Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şiexê Feysel Sariyildiz li Cenevreyê beşdarî civîna gel bû û diyar kir ku dewlata tirk li Kurdistanê têk çû.
Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê Spûtnîk`ê, Navenda Civaka Demokrat a Kurd li bajarê Cenevreya Fransayê civînek li dar xist. Di civînê de Sariyildiz jî amade bû. Sariyildiz di civînê de mafê axaftinê girt û derbarê şerê li bajarên kurdan de axivî.
Sariyildiz da xuyakirin ku Erdoxan li Kurdistanê li hember berxwedana gel têk çû û li hember çavên cîhanê sûcê şer kir.
Sariyildiz bal kişand ser polîtîkayên Erdoxan û diyar kir ku Erdoxan welêt ber bi şerekî mezin ve dibe. Sariyildiz da zanîn ku gelê kurd wê xiyanetê ti caran qebûl neke û bi berxwedaneke mezin zîhniyeta qetlîamker pûç bike.
Sariyildiz komkujiyên li Cizîr û seranserê bajarên kurdan bi bîr xist û got ku Erdoxan û AKP wê hesabê van tiştan bidin.
Parlamenterê HDP`ê yê Şiexê Feysel Sariyildiz bi bîr xist ku li gel çend komkujiyên giran û xerakirina bajaran jî gelê kurd ti carî axa xwe neterikandiye û her dem li ber xwe daye. Sariyildiz ragihand ku gelê kurd wê ti carî radestiyê qebûl neke û destnîşan kir ku Erdoxan wê têk biçe.
کۆدی بابهت: 58912 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۱۲ | کاتژمێر: 18 : 57
برچسب:
نویسنده: استخدام کار