خرید بک لینک

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ferman da ku bi zorê Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag bînin îfadeyê.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê Roj News`ê, Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, têkildarî sê lêpirsînên cida yên ji ber axaftinên li Îzmîr û Mersînê bang li Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag kir ji bo ku îfadeyê bide. Serdozgeriyê ferman da, ku eger Yuksekdag neyê îfadeyê, divê bi zorê were anîn.

Serdozgeriyê di ewraqa bangawaziyê de ragihand ku destnedana Yuksekdag hatiye rakirin û ji dozgeriyên pêwendîdar xwest: Vexwendînameyê bişînin navnîşana Yuksekdag. Eger hat, divê weke gumanbar îfadeya wê bê girtin. Eger nehat, bi zorê bê anîn.

Hevseroka giştî ya HDP'ê di axaftina xwe ya ji ber wê ket ber lêpirsînê de ev mesaj dabû: Gelê Îzmîrê wê bibîne ku jin û ciwanên kurd ên li Lîceyê ti cudahiya wan ji Şêx Bedredîn, ji Borkluce nîne. Ez bawer im ku wê neviyên Şêx Bedredîn ji Îzmîrê destê biratiyê dirêjî Liceyê bikin.

کۆدی بابهت: 58911 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۱۲ | کاتژمێر: 18 : 39

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: يکشنبه 13 تير 1395 ساعت: 1:13

صفحه بندی