خرید بک لینک

Fezlekeya ku der heqê 8 parlementerên HDP`ê hatibû amade kirin, gihîşte destê dadgehê.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê AA`yê, ji bo rakirina parêzbendiya parlementeran di qanûna bingehîn de guherîn hat kirin û li ser vê di Rojnameya Fermî da hat weşandin. Fezlekeyên der heqê parlementaran de êdî dişînin destê dozger û dadgehan.

Wezareta Dadê fezlekeyên ku der heqê Osman Baydemir, Dîrayet Taşdemîr, Çaglar Demîrel, Selma Irmak, Ahmet Yildirim, Besîme Konca, Alîcan Onlu û Nadîr Yildirimê parlementerên HDP`ê yên ku di hilbijartina 1`ê mijdara 2015`an de hatin hilbijartin de şande Dadgeha Cezayê Giran a 2`yan a Amedê.

Dadgehê di rûniştina beriya vê de biryar dabû ku dosyeya van parlementeran bê veqetandin. Li bendê ne ku dadgeh di pêşerojê de dosyeyê bixwîne û parlementeran gazî îfadeyê bike.

کۆدی بابهت: 58914 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۱۲ | کاتژمێر: 21 : 25

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: يکشنبه 13 تير 1395 ساعت: 7:20

صفحه بندی