Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Eren Erdem, ji bo ku biçe Almanyayê dema hat Balafirgeha Ataturkê, ji hêla polîsan ve hat binçavkirin.
Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê DÎHA`yê, parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Eren Erdem, ji bo ku biçe Almanyayê li Balafirgehê ji hêla polîsan ve hat binçavkirin. Erdemê ku bi fermana dozgeriyê hat binçavkirin, mebesta binçavkirina wî nehat zanîn. Eredem binçavkirina xwe bi vî awayî li ser hesabê xwe yî Twîterê ragihand: Niha, ji bo biçim serdana malbata xwe ya ku ji ber 'gefên kuştinê' li derveyî welêt dijîn bikim, li balafirê siwar bûm, lê bi fermana dozgeriyê jê hatim daxistin! Niha li Balafirgeha Atatirkê ez desteserkirî me. Dozgeriyê ferman daye, li gel ku li ser min ti qedexe tine jî, çûyîna min hat astengkirin. Li balafirgehê me.
کۆدی بابهت: 59014 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۱۴ | کاتژمێر: 19 : 46
برچسب:
نویسنده: استخدام کار