خرید بک لینک

Li bajarê Katîf ya ku dikeve rojhilatê Erebîstanê, li nêzî mizgeftekê teqînekê rû da. Li Medîneyê jî nêzî avahiya hêzên ewlehiyê teqînek pêk hat. Di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest da û herî kêm 10 kes jî birîndar bûn.

Li gor rapora Kurdpress`ê, Rayedarên Siûdiyê ragihandin ku teqîn li bajarên Medîne û Katîfê pêk hatine. Di encama teqînan de 6 kesan jiyana xwe ji dest da û herî kêm 10 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên li ser Reutersê hatine belavkirin, li cihê bûyerê gelek parçeyên laşên însanan hatine dîtin.

Li gorî agahiyên govanekî bûyerê ya di AFPê de êriş, êrişeke xwekujiyê bûye.

Li gorî Al-Jazeera Tirk`ê jî li bajarê Katîfê nêzî mizgeftekê 2 teqîn pêk hatine. Teqîna yekem li otoparkekê û ya duyem jî li ber mizgeftê pê hatiye.

Şêniyên bajarê Katîfê bi pirranî Şîî ne.

Spûtnîk

کۆدی بابهت: 59032 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۱۵ | کاتژمێر: 10 : 3

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: سه شنبه 15 تير 1395 ساعت: 13:31

صفحه بندی