Li navenda Şiexê serê sibeha cejnê di navbera hêzên ewlehiya artêşa Tirkiyeyê û PKKyiyan de şer qewimî û hat ragihandin ku di encama şer de 5 PKKyiyan jiyana xwe ji dest dane.
Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê Spûtnîk`ê, li navenda Şiexê ku hîn derketina kolanan qedexe ye, hêzên ewlehiyê li teqîneyên ku li kuçe û malan hatine veşartin, digerin.
Li gorî agahiyan tê gotin ku hêzên ewlehiyê bi hinceta ku PKKyî hene, serê sibehê di saet 03:00an de li taxa Baxçelîevlera Navendê operasyon li dar xist. Di dema operasyonê de şer qewimiye, şer bi qasî 4 saetan ajotiye û di şer de 2 jê jin bi tevayî 5 endamên PKKê jiyana xwe ji dest dane. Hat ragihandin ku cenazeyên wan PKKyiyan rakirine morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şiexê.
Herwiha tê zanîn ku li navenda Şiexê operasyonên ku di 14ê adarê de dest pê kiribû, di 3yê Hezîranê de bidawî bûbû lê li gel vê yekê jî hêzên ewlehiya tirk li tax û kuçe û malan digerin.
کۆدی بابهت: 59067 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۱۵ | کاتژمێر: 17 : 31
برچسب:
نویسنده: استخدام کار