Serokomarê Tirkiyeyê Receb Tayîb Erdoxan li ser hesabê xwe yê fermî yê twîterê tevlî kurdî û rûsî bi 12 zimanan pîrozbahiya cejnê parve kir.
Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê Spûtnîk`ê, serokomorê Tirkiyeyê Receb Tayîb Erdoxan li gel zimanê tirkî li ser hesabê xwe yê twitterê bi zimanên kurdî, Erebî, farisî, fransizî, spanyayî, almanî, endonezî,eEstonî, slovenî, rûsî û îngilîzî jî peyama pîrozbahiya cejnê weşand.
Cejna Remezanê li milletê me û alema îslamê pîroz be. Hêvidar im ku ev cejn ji mirovahiyê re bibe sedema aştî, aramî û bextewariyê.
Herwiha serokomar Erdoxan her çiqas demekê gotibû ‘ez li hemberî medyaya civakî me, hûn qet guh nedinê' jî îro bi riya medyaya civakî pîrozbahiya cejnê belav kir.
کۆدی بابهت: 59066 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۱۵ | کاتژمێر: 17 : 24
برچسب:
نویسنده: استخدام کار