Pêşnimêjê Mihabadê got: Divê ji bo hilbijartina baş a namzedan, hest û tasîbên çewt neyên berçavgirtin. Parlementerên lawaz dibin sedema lawazbûna welêt.
Li gor rapora Kurdpress`ê Mela Qadir Suhrabî di xutbeyên nimêja înê ya Mihabadê de bal kişand ser hilbijartinên 26`ê sibatê û beşdarbûna gel di hilbijartinan de, ji gel xwest ku ji bo hilbijartina dirust a namzedan, hest û tasîbên çewt berçav negirin û kesên bihêz û bişiyan ji bo parlemento û meclîsa xubriganê hilbijêrin.
Mela Qadir Suhrabî herwiha bal kişand ser propagandayên namzedên hilbijartinan û ji wan daxwaz kir ku di dema terxankirî de propagandaya xwe bikin û ji bo parastina paqijiya bajêr tabelo û posterên xwe di cihên taybet daliqînin.
کۆدی بابهت: 53218 | بهروار: ۱۳۹۴/۱۲/۱ | کاتژمێر: 21 : 29
- - , .
برچسب:
نویسنده: استخدام کار