Duh di demjimêr li derdora 17.00`an de helîkoptereke Sikorsky ya ayîdî Hêza Çekdar a Tirkiyeyê û fermandarên pilebilind tê de bûn li çoltera Giresunê ketibû.
Li gor rapora Kurdpress`ê, duh di demjimêr li derdora 17.00`an de helîkoptereke Sikorsky ya ayîdî Hêza Çekdar a Tirkiyeyê û fermandarên pilebilind tê de bûn li çoltera Giresunê ketibû. Dema ku helikopter ji qereqolên Alucraya Giresun û Kozagaca Gumuşhane ya pîrozkirina cejnê vedigeriya li Giresunê ket. Piştî ku helîkopter li çoltera Giresunê ket li herêma Alucrayê di navbera şervanên PKK`ê û leşkerên Artêşa Tirkiyeyê de şer qewimî.
Li ser Twîterê hisabekî ku nûçeyên lezgîn parve dike û wekî tê zanîn ku ayîdî serbazên tirk ê JÎTEM`ê ye îdiya kir ku îstîxbaratê ji bo moşekên di destê PKK`ê de hemî baregeh hatine hişyarkirin û di nava wan midûriyetan de Giresun jî cih digire.
Hisabê Tiwîterê di berdewamiya peyama xwe de got: Balafir û helîkopterên ku fermandar lê siwar dibin berî firrînê ji xeytiyeke din derbas dibin, îhtîmala qezayê pir kêm e. Derbexwarina wê li gorî cih û bilindbûnê diguhere. Heke derbe ji dûvikê xwe xwaribe îhtîmale bibe du perçeyan û ketibe.
Çavkanî: Spûtnîk
کۆدی بابهت: 59094 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۱۶ | کاتژمێر: 19 : 23
برچسب:
نویسنده: استخدام کار