Hêzên hevbeş ên Îraqê herêmên El-Borîşe û Tewî yên li bakûrê bajarê Remadiyê li parêzgeha Enbarê rizgar kirin.
Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê ANHA`yê, fermandarê operasyonên Enbarê Îsmayîl El-Mehellawî bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên leşkerî yên Firqeya 16’an a artêşê û polîsên rewşên awarte yên Enbarê û yên têkoşîna li hemberî terorê, herêmên El-Borîşe û Tewî yên li bakûrê bajarê Remadiyê li parêzgeha Enbarê ji çeteyan rizgar kirin.
El-Mehllawî da zanîn ku di şerê rizgarkirina van herêman de çeteyan wendahiyên mezin dane û got ku balafirên şer ên koalisyonê jî destek dane hêzên wan.
کۆدی بابهت: 59191 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۱۹ | کاتژمێر: 14 : 47
برچسب:
نویسنده: استخدام کار