خرید بک لینک

Xalid El-Hasekawiyê berdevkê Lîvayên Til Hemisê yên ku li Sûriyeyê li dijî hikûmetê şer dikin eşkere kir ku wesayîta Fehman Hisên ê ji berpirsyarên payebilind ên PKK`ê teqandin û Hisên hat kuştin.

Li gorî rapora Kurdpress`ê, Hasekawî daxuyaniyek da nûçegihanê AA`yê û got ku dema ku Fehma Hisên ê bi nasnavê "Bahoz Erdal" ê ku yek ji berpirsyarên payebilind ê PKK`yê ye duh êvarê di saet 20:30`yan de ji bajaroka Hîmo diçû Qamişloyê hedef hat girtin.

Hasekawî diyar kir ku Fehman Hisên û parêzvanên wî jî di nav de herî kêm 8 kesên di wesayîtê de mirin û got ku ev operasyona ku ji bo gelên Sûriye û Tirkiyeyê wekî "mizgînî" bi nav dike di encama teqîbeke dirêk de hat kirin.

Hasekawî da zanîn ku PKK li axên Sûriyeyê dagirker e û got ku "PKK yek ji piştgirên herî mezin ên hikûmeta Beşar Esed e û em vê operasyona ku birin ser birêvebirê payebilind ê PKK`yê diyariyê şehîdên Sûriyeyê, xaziyên Sûriyeyê û gelê Sûriyeyê yê bişeref ê ku di zindanên Sûriyeyê de êşkenceyê dibînin, dikin."

کۆدی بابهت: 59199 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۲۰ | کاتژمێر: 0 : 10

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: يکشنبه 20 تير 1395 ساعت: 3:40

صفحه بندی