Polîsên Tîmên Taybet, li Taxa Xaçortê ya girêdayî navçeya Rêya Armûşê ya Wanê li ser malekê de girtin û 2 kes înfaz kirin.
Li gor rapora Kurdepress`ê ji zarê DÎHA`yê, Polîsên Tîmên Taybet li Taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bi ser malekê de girtin. Polîsan di serdegirtina malê de 2 kes kuştin. Hate zanîn ku di serdegirtinê de 2 kesên din jî binçav kirine. Têkildarî nasnameyên kesên hatine înfazkirin û binçavkirin de agahî nehatin girtin.
کۆدی بابهت: 59241 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۲۰ | کاتژمێر: 18 : 18
برچسب:
نویسنده: استخدام کار