Herdu komên YNK û Tevgera Goran ên parêzgeha Silêmaniyeyê hatin gel hev û ‘Hevpeymana Hîwa’ ava kirin.
Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê ANHA`yê, îro her du komên YNK û Tevgera Goran li encumeniya parêzgeha Silêmaniyeyê kom bûn. Di civînê de her du koman biryar dan ku hevpeymaneke nû di nava xwe de bi navê ‘Hevpeymana Hîwa’ pêk bînin.
Piştî civînê serokê koma YNK’ê li encumeniya parêzgeha Silêmaniyeyê Rêkewt Zekî û serokê koma Tevgera Goran li encumeniya parêzgeha Silêmaniyê Enwer Tahir, daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Di daxuyaniya çapemeniyê de destpêkê Rêkewt Zekî axivî û wiha got: “Di navbera herdu komên YNK û Goran ên encumeniya parêzgeha Silêmaniyeyê de biryara pêkanîna hevpeymanekê hat dayîn. Me lijneyek şeşkesî pêk anî. Herwiha em bi amadekirina reşnivîsekê ve mijûl bûn û piştî civîna îro ev reşnivîs giha asta dawî.”
Rêkewt Zekî wiha jî got: “Wê roja Sêşemiyê ev reşnûs bê dayîna endamên herdu koman û wê piştre pêşkêşî rêveberiya hevbeş bê kirin. Herwiha ti madeyek ji bo guftûgoyê nemaye. Em li ser navê hevpeymanê hemfikir in. Herwiha ji bo hevpeymanê wê serok, cîgir û alîkar jî bên hilbijartin.
Navê hevpeymanê ‘Hevpeymana Hîwa’ ye. Me pêşniyar kiriye ku ev nav ji bo herçar parêzgehên din jî be. Belê dikarin navek taybet ji bo xwe jî diyar bikin.”
Piştre jî li ser navê koma Tevgera Goran li encumeniya parêzgeha Silêmaniyeyê Enwer Tahir ku axivî, got; “Li parêzgehên Silêmaniye, Dihok û Hewlêr jî bûn komên herî berfireh. Ev kome wê pêşengiya komên hevbeş bike.”
Endamên ‘Hevpeymana Hîwa’ ji Azad Hemewendî, Resûl Ebdullah, Berzan Şêx Mihemed, Mihemed Resûl, Rêkewt Zekî û Enwer Tahîr pêk tê. Hêjay gotinê ye ku ti jinek di vê hevpeymanê de cihê xwe nagire.
کۆدی بابهت: 59240 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۲۰ | کاتژمێر: 18 : 9
برچسب:
نویسنده: استخدام کار