Serokwezîrê Tirkiyê ku hevrê digel taximeke derecebilind a siyaî û abûrî seredana Îranê kiriye , duh şemiyê cuda cuda tev serokkomar, cîgirê serokkomar û birek ji xebatkarên abûrî yên Îranê hevdîtin pêk anî.
Hesen Rûhanî, Serokê Komara islamî ya Îranê li hevdîtina êvara duh şemiyê tev Ehmed Dawûsoglu Serokwezîrê Tirkiyê û taxima hevrê ligel wî got: Îran û Tirkiyê pêwîst e li xebata dijî terorîzmê wekî dijminê hevpar bi hevra hevkariyê bikin ta ku xîm û binyata ewlehî û aşitiyê li navçeyê qahîmtir bibe.
Rûhanî li vê hevdîtinê bal kişande ser pêwîstiya xebata dijî terorîzmê wekî xeter û gefek hevpar bo welatên navçeyê û destnîşan kir; Welatên biyanî bi dû viya nînin ku pirsgirêkên navçeyê çareser bikin û tenê li fikra qazanca xwe ne.
Serokkomarê Îranê destnîşan kir; tu manê û berbend li ser riya du welatan tune û îro mecalekî baş e ta ku peywendiyên navbera Îran û Enqerê berfire bibe û pêwîst e qazanvên baş van peywendiyan bona gelê her du welatan hebin.
Ehmed Dawûdoxlu, serokwezîrê Tirkiyê jî di vê hevdîtinê da bi gotina viya ku Enqere micid e ku qonaxeke nû li peywendiyên ligel Têhranê dest pê bike, got: Tirkiyê îro rojê zêdetir ji berê dil heye ku peywendî û hevkariyên biratiyê li warên curbicur bi Komara Islamiya Îranê ra zêde bike.
Alîkarê ewil ê serokê Komara Îslamî ya Îranê, Îshaq Cehangîrî jî li hevdîtina duh şemiyê tev Ehmed Dawûdoxlu, serokwezîrê Tirkiyê û desteya ligel wî li Têhranê bal kişande ser meraqa Îranê bona berfirekirina hevkariyên du alî tev welatên cînar hêvî kir ku bi saya gotûbêjan û danûistandinên dualî, Îran û Tirkiye bikaribin qonaxeke nû ya hevkariyan dest pê bikin.
Alîkarê yekem ê serokê Komara Islamiya Îranê bi gotina viya ku Îran û Tirkiye li warê meseleyên dualî nêrînên hevpar ji bo berfirekirina peywendiyan hene, got: Her du welatan berjewendiyên hevpar li warê pêkanîna agirbes û istiqrarê li navçeyê hene û li rex viya, li ser hin meseleyên têkildarî navçeyê jî nêrîna Têhran û Enqerê bi hev ra ferq dike ku ev mijara jî divê bi awayekî guncav bê kontrolkirin.
Ehmed Dawûdoxlu, serokwezîrê Tirkiyê jî got: Enqere ji bo çêtirkirina hevkariyên ligel Têhranê ya ji dêstî bê, yê bike û piştrast e ku di çar salên pêşerojê da her du alî dikarin çarçêveke guncav jibo berfirekirina peywendiyan kifş bikin.
Serokwezîrê Tirkiyê bal kişande ser meyla beşa sivîl a Tirkiyê bo karkirin û sermayedanîna li Îranê her viha têkiliya di navbera Bûrsa Têhranê û Bûrsa Istenbolê û got: Ev yeka dikare bazara sermaya Îranê bazarên cîhanê û bûrsa navnetewî va girêde.
Ehmed Dawûdoxlu, serokwezîrê Tirkiyê her wisa li civîna xebatkarên abûrî yên Îranê û Tirkiyê li Têhranê bal kişande ser pêwîstiya çareserkirina pirsgirêkên tecarî di navbera Têhran û Enqerê û got: Coqrafiya û rewşa abûrî ya navbera Îran û Tirkiyê girêdayî hev in û dikrin hevdu bikemilînin .
Ehmed Dawûdoxlu destnîşan kir ku Tirkiye dikare riya ber bi Ewrûpa bo Îranê veke û Îran jî dikare vê nexş û rolê bo Tirkiyê li Asiyaya Navîn veke.
Ehmed Dawûdoxlu her wiha got: Em dikarin danûstandinên xwe yên tecarî ji 9 milyard dolarî bigihînin 30 milyard dolaran.
Îran û Tirkiyê dixebitin ku dan û istandinên xwe yên tecarî û abûrî bigihînin 30 milyard dolaran .
Seredana Ehmed Dawûdoxlû ya Îranê piştî cihanîna Beameya Giştalî ya Pêngava Hevpar cih hat ku helbet piştî vê rêlketina navokî ya di navbera Îran û grûpa 5+1 gelek ji saziyên abûrî yên pişka xusûsî û dewletî yên cîhanê daxwaza xwe bona berfirekirina peywendiyên xwe tev Îranê ragihandin.
Ehmed Dawûdoxlu şeva îniyê hevrê digel taximeke derecebilind a siyasî û abûrî seredana Têhranê kir.
Jêder: SAHAR
کۆدی بابهت: 53897 | بهروار: ۱۳۹۴/۱۲/۱۶ | کاتژمێر: 11 : 33
- - , .
برچسب:
نویسنده: استخدام کار