خرید بک لینک

Wezîrê Îranê yê navxwe got: Divê bûyera êrişa çekdarî ya li Kirmaşanê ji aliyê saziyên ewlehiyê ve bê lêkolînkirin.

Li gorî rapora Kurdperss`ê, Evdilriza Rehmaniyê Fezlî di hevpeyvîna li gel rojnamevanan de bal kişande ser bûyera terora Felahetpîşê û got: Divê bûyera êrişa çekdarî ya li Kirmaşanê ji aliyê saziyên ewlehiyê ve bê lêkolînkirin.

Wî wiha berdewam kir: Komkarek hatiye çêkirin ku tê de hemî hêzên têkildar ên ewlehiyê cih digirin û mijarê dişopînin û heya niha tenê ev yek derketiye holê ku mijar gellekî berfireh e û divê bi baldarî bê vekolandin.

Rehmaniyê Fezlî got: Teqez wê di du sê rojên bê de hin pêşketin çê bibin û em ê ji gelê xwe re ragihînin û destûrê nedin ku li herêmên me yên sînorî bûyerên wiha rû bidin.

Wî herwiha da zanîn ku her hefte li herêmên sînorî yên rojava û rojhilatê welêt pevçûn diqewimin û got: Bê guman hatina van şer û pavçûnan bo nav axa welêt li gor pilan û siyasetên Konseya Ewlehiyê ya Wezareta Derve nîne û em ê bi awayekî cidî li hemberî wê derkevin û ew ê jî teqez bên desteserkirin.

کۆدی بابهت: 59330 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۲۲ | کاتژمێر: 10 : 12

- - , .
.

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: سه شنبه 22 تير 1395 ساعت: 13:42

صفحه بندی