Li Dereliya navçeya Giresûnê bi çek êrîşî wesayîta polêsan kirin, di êrîşê da polêsek birîndar bû.
Li gor rapora Kurdperss`ê ji zarê AA`yê, walî Hesen Karahan hat nexweşxaneya dewletê ya Prof. Dr. Îlhan Ozdemîr a Gîresûnê li vir daxuyanî da rojnamevanan. Karahan got ku li nêzî otogara navçeya Dereliyê duh bi şev di saet 23.00`an da, êrîşî wesayîta ekîbê hat kirin.
Karahan got ku di êrîşê da polêsek birîndar bû û wiha berdewam kir: Di wesayîtê da tenê polêsekî me hebû. Şikir birînên wî sivik in. Êrîşkar ji cihê bûyerê revîn.
Piştî bûyerê hêzên ewlehiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin, gava ku li herêmê lêgerîn dihat kirin bombe teqiya û di teqînê da 2 polês birîndar bûn.
Li herêmê xebatên lêgerînê dewam dikin.
Ji aliyê din ve polêsê birîndar li nexweşxaneya dewletê ya Prof. Dr. Îlhan Ozdemîr a Gîresûnê tên dermankirin. Hat diyarkirin ku rewşa polêsên birîndar baş e.
کۆدی بابهت: 59356 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۲۲ | کاتژمێر: 14 : 30
برچسب:
نویسنده: استخدام کار