Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk amadekariyên sala perwerdeyê ya nû dike û dewreyên zimanê kurdî vedike. Niha li Efrînê 540 mamoste têne amadekirin.
Li girî rapora Kurdpress`ê ji zarê ANHA`yê, li kantona Efrînê amadekariyên sala perwerdeyê ya nû dest pê kirin. komîteya perwerdeya civaka demokratîk di bin çavdêriya akademiya Şehîd Zozan (ya ku di komkujya 25ꞌê hezîranê de jiyana xwe ji dest dabû) ji bo mamosteyên ku li peymangeh, zanîngeh û akademiyan de xwendine, dewre vekirin. Dê perwerde bi zimanê kurdî bê dîtin û mamoste ji bo sala nû bên amadekirin.
Şahiya vekirina dewreyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Şahî li dibistana Azhar hat lidarxistin. Piştre berpirsê akademiya şehîd zozan a zimanê kurdî Erdal Çîlo şêweyê dayîna dewreyê vegot û da zanîn ku pêngava dersdayîna bi zimanê kurdî ji bo dibistanên seretayî, navîn û amadeyî ne pêngaveke hêsan e û wiha axivî: Hînbûna zimanê kurdî ji bo hersê merheleyên xwendinê, yek ji serkeftinên zimanê kurdî yên li kantona Efrînê ne. Divê em bêtir ked bidin da em vê pêngavê bi ser bixînin.
Belgeya belavkirina navên mamosteyên ku tevlî dewreyê bûn, ji aliyê endama rêveberiya akademiya Rûken Mele Mihemed ve hat xwendin. Mamoste li gorî biranşên xwe li polan hatin belavkirin.
Di dewreyê de dê mamoste ji bo metiryalêln dîrok, erdnîgarî, zimanê kurdî, erebî, îngilîzî û firensî, civaknasî, felsefe, jinolojî, çand û exlaq, bîrkarî, zanist, fîzîk, kîmiya, biolojî, wênexêzî, mûzîk û werzîşê bêne amadekirin.
Mamosteyên ku metod amade kirine, dê li ser dewreyê bisekinin.
کۆدی بابهت: 59375 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۲۲ | کاتژمێر: 18 : 12
برچسب:
نویسنده: استخدام کار