خرید بک لینک

Piştî ku dengoya kuştina Bahoz Erdal, femandeyê payebilind ê Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê leşkerî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye, belav bû, zaniyarî amajeyê bi wê yekê dikin ku Erdal li nexweşxaneyeke Silêmaniyê ye.

Li gorî rapora Kurdpress`ê ji zarê BasNews`ê, roja 9`ê tîrmehê hejmarek ji ragihandinên Tirkiyeyê li gorî daxuyaniyeke Ketîbeya Til Hemîs a ser bi Opozisyona Sûriyeyê belav kirin ku Bahoz Erdal li ser rêya di navbera Hîmo û Qamişloyê de hatiye kuştin û li gel hejmarek ji zêrevanên xwe jiyana xwe ji dest daye. Lêbelê Rewangeha Sûrî bo Mafê Mirov ragihand ku Erdal nehatiye kuştin.

Di vê çarçoveyê de duh 12`ê tîrmehê, çavkaniyeke taybet ji BasNews`ê re ragihand ku roja ku teqînê rû daye, hejmara telefona Erdal girtî bû, herwiha dibêje: Min pêwendî bi xûşka Erdal re danî, lêbelê ti zaniyarî derbarê jiyana birayê wê li cem wê nebûn, heta PKK jî bersiva xizmên Erdal nade.

Wê çavkaniya taybet diyar kir: Hinek zaniyarî hene ku dibêjin, di roja bûyerê de Bahoz bi balafirekê bo Şamê hatiye veguhestin, lêbelê ji ber ku birîndarên Artêşa Sûriyeyê li şamê pirr in, Erdal jibo Silêmaniyeyê hatiye veguhestin.

Çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir ku ew zaniyarî nehatine piştrast kirin.

کۆدی بابهت: 59385 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۲۳ | کاتژمێر: 11 : 5

- - , .
.

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: چهارشنبه 23 تير 1395 ساعت: 14:19

صفحه بندی