Li Bismilê tirêna barhilgir li wesayîtekê qelibî û di encama qezayê de bav û kur jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî rapora Kurdpress`ê ji zarê DÎHA`yê, li Bismila Amedê tirêna barhilgir li wesayîtekê qelibî û di qezayê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da. Hat diyakirin ku qeza ber destê nîvro li ser rêya hesinî ya Bismil-Êlihê pêk hatiye. Di qezayê de wesayîta ku ji hêla Şêxmûs Erkek ê 51 salî ve dihat ajotin, dema ku dixwest li ser rêya hesînî re derbas bibe bêyî ku hayê wî ji hatina trênê hebe, trên li wesayîte wî diqelibe.
Di qezayê de Şeyhmûs Erkek(51) û kurê wî Fatîh Erkek ê 12 salî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û cenazeyên wan bi ambulansê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê hatin şandin.
Derbareyê qezayê de, ji hêla cendirmeyan ve lêpirsîn hat destpêkirin.
کۆدی بابهت: 59417 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۲۳ | کاتژمێر: 17 : 21
برچسب:
نویسنده: استخدام کار