خرید بک لینک

Ji Fermandarên HPG’ê Bahoz Erdal, ku medya Tirkiyeyê der heqê wî de nûçeya ‘hatiye kuştin’ weşandibû, diyar kir ku nûçeyên têkildarî wî hatine weşandin derew in û ew li ser karê xwe ye.

Li gorî rapora Kurdpress`ê, fermandarên HPG’ê Bahoz Erdal bi rêya telefonê ji nûçegihanê televîzyona El-Cezîre`yê Ehmed Zawîtî re axivî û diyar kir ku nûçeyên têkildarî wî ku di medyaya şerê taybet a tirk de hatine weşandin, derew in. Bahoz Erdal bibîr xist, ku nûçeyên bi vî rengî yên li hemberî wî timî tên weşandin û anî ziman ku îdiyayên dawî jî derew in û wiha got: Ez li ser karê xwe me.

Di nûçeya nûçegihanê El-Cezîre Ehmed Zawîtî de nehat gotin ku axaftina bi telefonê li ku hatiye kirin û Bahoz Erdal li ku ye.

Ajansa dewletê AA`yê, di 9’ê tîrmehê de wekî deqeya dawî nûçe weşandibû û ragihandibû ku Bahoz Erdal jiyana xwe ji dest daye. HPG’ê di cih de ragihand ku ev nûçe ne rast e û diyar kiribû ku Bahoz Erdal li ser karê xwe ye.

کۆدی بابهت: 59416 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۲۳ | کاتژمێر: 17 : 5

- - , .
.

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: پنجشنبه 24 تير 1395 ساعت: 0:02

صفحه بندی