Hesen Silêmanî derheqê serdana serokkomar Rohanî bo parêzgeha Kirmaşanê ku biryar e di demeke nêz de pêk bê, got: Eger heyeta dewletê xwestekên xelkê Kirmaşanê bi cih neyîne, em ê di serdana serokkomêr de alîkariya wan nekin.
Parlementerê bajarên Heresîn, Serhne û Bêsitûnê yên ser bi parêzgeha Kirmaşanê di hevpeyvîna li gel Kurdpress`ê de got: Em sipasiya serokkomêr û heyeta pê re dikin ku wê serdana parêzgeha Kirmaşanê bikin. Lê ji ber ku xelkê me bi vê yekê adet kiriye ku di serdanên serokkomar de xwestekên wan bên bicihanîn, lewre li benda pêkhatina xwestekên xwe ne.
Wî herwiha got: Tevî ku em mêvandar in û divê ku mazûvaniyeke baş ji heyeta dewletê re bikin, lê eger gelê me bersiva xwestekên xwe negire, em ê alîkariya serokkomêr nekin, ji ber ku gel ê alîkariya me nepejirîne û pêwîst e ku em li hember kiryarên xwe berpirs bin.
Parlementerê Heresînê got: Gellek bendewariyên gel hene û em jî wekî nûnerên wan dema ku me bêtevdîriyek ji aliyê berpirsan ve dît, pêwîst e ku em derheqê alîkariya li gel wan de lêborîna xwe bixwazin û ev yek karê herî piçûk e ku em dikarin bikin.
کۆدی بابهت: 59415 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۲۳ | کاتژمێر: 16 : 54
برچسب:
نویسنده: استخدام کار