Vê carê îdiyaya derbarê kuştina fermandeyê DAIŞ`ê Ebû Omer El-Şîşanî ji aliyê rêxistinê ve hat piştrastkirin, çendîn caran hatibû gotin ku ew di êrişên li dijî wê rêxistinê de hatiye kuştin.
Li gorî rapora Kurdpress`ê, Amerîkayê pêştir ragihandibû ku Ebû Omer El-Şîşanî roja 4`ê adara îsal di êrişeke balafirên hevpeymanan a li ser terorîstên rêxistina DAIŞ`ê li dedora bajarokê Şedadê de hatiye kuştin.
Ajansa Emaq a ser bi rêxistina DAIŞ`ê ve di nûçeyekê de ragihand ku wezareta parastinê ya wê rêxistinê kuştina Ebû Omer El-Şîşanî piştrast kiriye. Emaq li ser hesabê xwe yê di tora civakî ya Twîterê de nûçeya kuştina El-Şîşanî weşand.
Pêştir çend caran wezareta parastinê ya Amerîkayê (Pentagon), Eniya El-Nusra ku komeke çekdar a li Sûriyeyê û Serokê Çeçenistanê Ramazan Kadirov ragihandibûn ku Ebû Omer El-Şîşanî hatiye kuştin, lê belê îdiyayên wan bê bingeh derketibûn.
Spûtnîk
کۆدی بابهت: 59447 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۲۴ | کاتژمێر: 11 : 52
برچسب:
نویسنده: استخدام کار