Cenazeyên 56 kesên ku di şerên Şiex, Silopî, Hezex û Cizîrê hatine kuştin, li goristana bêkesan a Silopiyê hatin veşartin.
Li gorî rapora Kurdpress`ê ji zarê Rûpela Nû`yê, cenazeyên 56 kesên ku di şerên Şiex, Silopî, Hezex û Cizîrê hatine kuştin, li goristana bêkesan a Silopiyê hatin veşartin.
Otopsiya cenazeyên 61 kesên ku di dema pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane, li Saziya Tiba Adlî ya Silopiyê bi dawî bû.
Di encamê de nasnameya 5 kesan diyar bû û malbatan cenazeyên xwe girtin, lê nasnameya 56 kesan diyar nebû. Karmendên Şaredariya Silopiyê, di bin çavdêriya hêzên emnî de li Goristanên Başak û Ofîsê meyîtên 56 kesan veşartin, ku tê îdiyakirin endamên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) bûn.
Ji cenazeyan nimûneyên DNA`yê hatin girtin û kevirên gorê bi hejmaran hatin diyarkirin.
کۆدی بابهت: 59446 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۲۴ | کاتژمێر: 11 : 31
برچسب:
نویسنده: استخدام کار