Beameya 16`emîn Mîhrîcana Mûnzûr a Dêrsimê ji aliyê Şaredariya Dêrsimê ve hat eşkerekirin.
Li gorî rapora Kurdpress`ê ji zarê Rûdaw`ê, li gorî plane mîhrîcana navborî dê di navbera 28 û 31`ê tîrmehê de bi qasî 4 rojan bi rê ve biçe.
Mîhrîcana Dêrsimê sala par ji ber Komkujiya Sirûcê û egera êrişên tundrewan hatibû betalkirin.
Piştî çend komcivînên nûnerên saziyên civaka sivîl, nûnerên rêxistinên siyasî û şaredariyên Dêrsimê biryar hat dayîn ku 16`emîn Mîhrîcana Mûnzûrê ya Dêrsimê bê lidarxistin.
Îro beameya mîhrîcanê ji aliyê Şaredariya Dêrsimê ve hat ragihandin.
Mîhrîcana îsal bi dirûşmeya ku “Yekîtiya me hebûna me ye, hebûna me aştiya me ye” tê lidarxistin.
Lê belê ji salên berê cidatir îsal naveroka mîhrîcanê lawaztir e.
کۆدی بابهت: 59483 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۲۴ | کاتژمێر: 20 : 23
برچسب:
نویسنده: استخدام کار