Hozanê kurd Ebdulrehman Umer ku bi navê Bavê Selah tê naskirin, ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da.
Li gorî rapora Kurdpress`ê, hozanê kurd, Bavê Selah îro serê sibehê li Nexweşxaneya Avrîn a bajarê Efrînê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da. Umer 64 salî jiyana xwe bi vejandina çand û hunera kurdî derbas kir.
Bavê Selah ji gundê Kurda yê navçeya Cindirêsê ya Kantona Efrînê ye. Bavê Selah bi têkoşîn û vejandina çand û huner kurdî dihat nasîn.
کۆدی بابهت: 59482 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۲۴ | کاتژمێر: 20 : 15
برچسب:
نویسنده: استخدام کار