Li Fransayê êrîşeke mezin pêk hat. 84 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes birîndar bûn.
Li gorî rapora Kurdpress`ê, France Press`ê di nûçeya xwe de ragihand ku hin kesên ku nehatin naskirin, bi maşîneyekê êriş birin ser welatiyên sivîl ku li Kolana ‘Promenade des Ingles’ a bajarê Nice yê Fransayê derketibûn seyranê.
Van kesên êrîşkar piştî ku maşîne li girseya welatiyan qelibandin, daketin û gule li welatiyan reşandin.
Wezîrê Karê Hundir ê Fransayê Beard Kaznov da xuyakirin ku di êrişê de 84 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne. Li gorî Kazanov, di nava kesên birîndar de rewşa 18 kesan giran e.
Berdevkê Wezreta Karê Hundir Pierre Henry Perrin di hesabê xwe yê Tiîwter’ê de diyar ku kesê ku ev maşîne dajot hate kuştin.
Serokê Fransayê Francois Hollande di xîtabeke bi rêya televizyonê de ragihand ku “Fransa di bin xetereya terora Îslamiyan de ye”. Li gorî nûçeya RT, Hollande gotiye ku wê li hemberî van êrişan hêzên xwe yên leşkerî li Sûriye û Îraqê zêde bikin.
کۆدی بابهت: 59504 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۲۵ | کاتژمێر: 11 : 24
برچسب:
نویسنده: استخدام کار