Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê êrişa terorîstî ya li Nice`a Fransayê bi tundî şermezar kir.
Li gorî rapora Kurdpress`ê ji zarê ajansa fermî ya dewletê, berdevkê wezareta karên derve ya Îranê ji ber bûyera terorîstî ya li Fransayê xembariya xwe anî ziman û ji malbatên qurbaniyan re sersaxî xwest û got: Çawa ku me bi caran gotiye, teror diyardeyeke şûm e û tenê bi hevkarî û yekdengiya civaka navneteweyî dikare ji holê bê rakirin.
Li gorî rapora ÎRNA`yê ji ber teqîna li Nice`a Firansayê 84 kesan jiyana xwe ji dest daye. Ev heftemîn êrişa terorê di 18 mehên dawîn li Fransayê ye ku DAÎŞ`ê berpirsyariya wê girtiye stuyê xwe.
Endamên vê rêxistina terorîst a radîkal bi desteka çend welatên ereb û rojavayî yên li dijî Sûryeyê bi taybet Amerîka, Erebistan, Berîtanya û caan jî Fransayê hatine çekdarkirin û ji bo rûxandina hikûmet Sûryeyê bo wî welatî hatine şandin ku ji bilî dagîrkirina beşek ji axa Sûrye û Îraqê û kuştina bi dehan hezar mirovan, hin welatên ewropî jî ji xwe re kirine armanc.
کۆدی بابهت: 59524 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۲۵ | کاتژمێر: 20 : 56
برچسب:
نویسنده: استخدام کار