Kesên ku li dijî darbeya leşkerî derketin kolanan li Osmaniye, Hatay û Meletiyeyê êrîşî avahiyên HDP`ê kirin.
Li gorî rapora Kurdpress`ê, çavkaniyeke xwecihî ji Rûdaw`ê re da zanîn ku kesên dixwastin berteka xwe ji bo darbeya leşkerî nîşan bidin, daketin kolanan û piştre li sê bajaran êrîşî navendên HDP`ê kirin.
Çavkaniyê wiha got: Xelkê ku derketin kolanan li Hatay, Meletî û Osmaniyê êrişî avahiyên HDP`ê kirin û xesarek madî çê bû.
Piştî ku hewldana darbeya leşkerî ya li Tirkiyeyê ku di encamê de 265 kesan jiyana xwe ji dest dan, îro serokkomar Erdoxan û serokwezîr Bînalî Yildirim di daxuyaniyên xwe de bang li xelkê kirin ku kolanan vala beedin.
کۆدی بابهت: 59643 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۲۷ | کاتژمێر: 18 : 58
برچسب:
نویسنده: استخدام کار