خرید بک لینک

DAIŞ`ê ji aliyê rojhilat ve, êrîşî Bendava Tişrînê kir lê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk ew êrîş têk bir û di encamê de 30 DAIŞî hatin kuştin.

Li gorî rapora Kurdpress`ê ji zarê Spûtnîk`ê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku DAIŞ`ê careke din hewl da ku ji aliyê rojhilat ve êrîşî bendava Tişrînê bike.

HSD`ê diyar kir ku êrîşên çekdarên DAIŞ`ê li ser çend gundên rojhilatê Bendava Tişrînê gundên Qadiriye, Bîr Bekar, Kirdoşan, Uş Elşamî û Saykola Rojava pêk hatin.

Herwiha hat ragihandin ku di encama vê êrîşa dawî de, li gorî HSD`ê termên 30 çekdarên DAIŞ`ê di destê şervanên wan de ne û ev êrîş bi şikestinê bidawî bû.

Ji aliyekî din ve, HSD`ê diyar kir ku hewldanên çekdarên DAIŞ`ê her berdewam dikin ku êrîşî Bendava Tişrînê bikin.

کۆدی بابهت: 59642 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۲۷ | کاتژمێر: 18 : 48

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: دوشنبه 28 تير 1395 ساعت: 5:39

صفحه بندی