خرید بک لینک

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Parêzgeha Kirmaşanê wê bi beameyên dewletê bi taybet di warê cotkariyê de tûşî guhertinê were.

Li gorî rapora Kurdpress`ê ji zarê SAHAR TV`yê, serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rohanî ku di 29`emîn gera xwe ya bo parêzgehan de duh anku yekşemiyê, 17`ê tîrmeha 2016`an, serdana parêzgeha Kirmaşanê kiribû di civîna çapemeniyê de bal kişande ser derfetên zêde yên li vê parêzgehê di warên cotkarî, av, geştiyarî, pêtroşîmî, têknolojiyên nûjen û çandî de û got: Çil û pênc plan wê ji bo geşepêdana Kirmaşanê were cihanîn.

Rohanî destnîşan kir: Kirmaşan wê li Îranê bibe yek ji çavkanî û navendên petrokîmiyayê ku bi taybet di warê pêşeyên jêrdestî de gelek derfetên kar û xebatê ji bo ciwanên vê parêzgehê tên dabînkirin.

Serokkomarê Îranê hêvîdarî kir ku bi saya pêkanîna binesaziyên pêwsît û herwiha zêdekirina ewlehiyê li welatên cîran bi taybet li Îraqê, rewşa geştyariya parêzgeha Kirmaşanê baştir bibe.

Rohanî li bara beameyên dewletê yên ji bo wergirtina sermayeyên navxweyî û derveyî li parêzgeha Kirmaşanê, got: Rakirina boykotên zalimane yekem kar û pêngava mezin bû ku dewletê ji bo hêsankirina sermayedanînê li seranserî Îranê bi taybet parêzgeha Kirmaşanê pêk anî.

Rohanî got: Bi hebûna ewlehiya zêde, yekîtiya di navbera qewm, etnîk û mezheban herwiha hevahengiya di navbera berpirsên cihêner li parêzgeha Kirmaşanê de, wê sermayedanîn li vê parêzgehê bi awayekî berbiçav zêde bibe.

Serokkomarê Îranê girêdana hesinriya seranserî li Kirmaşanê ji beameyên sereke yên dewleta Îranê da zanîn û got: Piştî vê kiryarê Kirmaşan dê bi sînorê Xosrewî û welatên cînar va bê girêdan.

کۆدی بابهت: 59710 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۲۸ | کاتژمێر: 23 : 43

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: سه شنبه 29 تير 1395 ساعت: 2:28

صفحه بندی