خرید بک لینک

Nûçegihanê Ronahî TV`yê Mistefa Mihemed dema ku operasyona rizgarkirina Minbicê dişopand di encama teqîna mayînê de birîndar bû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî rapora Kurdpress`ê ji zarê ANHA`yê, nûçegihanê ANHA`yê Kendal Cudî û nûçegihanê Ronahî TV Mistefa Mehemed ku ji destpêka operasyona rizgarkirina Minbicê û gundewarên wê ve hemle dişopandin, di 13’ê tîrmeha 2016’an de birîndar bibûn.

Herdu nûçegihanan dema ku dixwestin çerxerêya Sebi Behrat a ku şervanên Minbicê ji çeteyan rizgar kiribû bişopandin, di encama teqîna mayîna çeteyan de birîndar bibûn.

Cudî û Mihemed destpêkê rakirinbûn Nexweşxaneya Kobanê. Piştî mudaxeleya yekemîn Mistefa Mihemed ji ber ku rewşa wî giran bû, veguhestin bajarê Qamişlo.

Mistefa Mihemed ku li nexweşxaneyê dihat dermankirin, tevî hemî mudaxeleyan jî nehat rizgarkirin û duh êvarê jiyana xwe ji dest da.

کۆدی بابهت: 59757 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۲۹ | کاتژمێر: 17 : 33

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: سه شنبه 29 تير 1395 ساعت: 20:21

صفحه بندی