خرید بک لینک

Serokê dewleta Sûriyeyê Beşar Esed ragihand ku serokkomarê tirk Tayîb Erdoxan hewldana derbeya leşkerî wê bo têkbirina dijberên xwe bikar bîne.

Li gorî rapora Kurdpress`ê, lijneyek ku ji parlementerên lubnanî pêk dihat roja yekşemiyê li Şamê serdana Esed kirin. Esed di dema serdanê de hin daxuyanî dan rojnameya lubnanî ya bi navê El-Ahbar`ê û diyar kir ku derbarê hewldana derbeyê de ti agahiyeke rastîn nîne. Esed eşkere kir ku Erdoxan wê hewldanê bo ku dijberên xwe yên di nava saziyên leşkerî, siyasî û dadî de paqij bike bikar bîne.

Herwiha Esed di nava axaftina xwe de diyar kir ku hin rêvebiriyên ereb bi wî re ketine têkiliyê û ew bi wan re niha têkiliyên nepenî dimeşîne. Esad destnîşan kir ku ew rêvebiriyên ereb yên ku bi wan re di nava têkiliyê de ne dixwazin ku li Şamê ofîsên ewlehiyê vekin.

کۆدی بابهت: 59756 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۲۹ | کاتژمێر: 17 : 21

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: سه شنبه 29 تير 1395 ساعت: 20:21

صفحه بندی