خرید بک لینک

Li gorî îdiaya rojnameya Times`ê, 14 keştiyên Hêza Deryayî ya Tirkiyeyê piştî hewldana derbeya leşkerî winda ne û dibe ku ew keştî hîn jî di destê derbekaran de bibin.

Li gorî rapora Kurdpress`ê, li îdiyaya rojnameya Times`ê ya berîtaniyayî, 14 keştiyên Hêza Deryayî ya Tirkiyeyê piştî hewldana derbeya leşkerî winda ne û dibe ku ew keştî hîn jî di destê derbekaran de bibin û dil hene bi wan keştiyan ji welêt birevin.

Rojnameyê di berdewamiya nûçeya xwe de nivîsiye: Piştî ku hewldana derbeya leşkerî têk çû û bi ser neket, tê gotin ku fermandarê van keştiyan bi hêzên xwe ve tevlî darbeyê bûne û niha hewl didin ku bi wan keştiyan birevin derve. Ev di rewşekê de ye ku berî viya rayedarên tirk digotin ku hêza deryayî xwe tevlî darbeyê nekiriye.

Rojnameya Times`ê di dirêjiya nûçeyê de bal kişand ser fermandarê Hêza Deryayî Amiral Veysel Kosele ku di şeva hewldana derbeya leşkerî de bi keştiyekê ji terefê leşkerên derbekar ve hatibû revandin.

Çavkanî: SAHAR TV

کۆدی بابهت: 59759 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۲۹ | کاتژمێر: 21 : 55

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: چهارشنبه 30 تير 1395 ساعت: 5:56

صفحه بندی