خرید بک لینک

Serokê Komara Îslamî ya Îranê li ser pêwsîtiya hevkariya cîhanî ji bo pêkanîna aştiya mayînde teqez kir.

Li gorî rapora Kurdpress`ê ji zarê SAHAR TV`yê, serokkomarê Îranê, Hesen Rohanî roja çarşemiyê, 20`ê tîrmeha 2016`an, di 1`emîn Komcivîna Cîhanî ya Encumen û Şaredaran a 2016`an de li Tehranê axivî û got: Yekane rêya bidawîanîna tundî, zêdegavî û têrorê bilindkirina asta sebir, hedar û rêzgirtina li çand û baweriyên hevdu û nêzîkkirina civakên cûrbicûr ji hêla çandî û şêwaza jiyanê ve ye.

Rohanî herwiha got: Danûstandinên bajarên cîhanê dikare peywendiyên hestiyarî, çandî, aborî, civakî, zanistî û rêvebiriyê di nava gel û dewletan de herî zêdetir xurt bike.

Serokomarê Îranê herwiha damezirandina encumenên gund û bajaran weke pêngaveke girîng di rêya gelserweriya olî û îslamî de da zanîn û got: Roja îro encumen him ji hêla taybetiyên herêmî û çandî yên îranê û him jî ji hêla şaristaniya cîhanî ve dikare rêbazeke baş ji bo rêvebirî û geşepêdana bajarên Îrana Îslamî ne.

Rohanî destnîşan kir ku encumen li cîhanî bi taybet li îranê ji aliyê gel ve tê hilbiajrtinê û xwedan cîgeheke gelanî û taybet e û wiha berdewam kir: Koka fikra encumenan li Îranê ji baweriyên îslamî, olî, quranî, şêwaz û sîreya pêxenber (S) û binemala wî hatiye bidestxistin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê herwiha li bara lihevkirina navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê de ku wekî Beameya Giştalî ya Pêngava Hevpar jî tê naskirin, got: Piştî lihevkirina navokî û bicihanîna wê, em ketine rewşekê ku têkiliya di navbera Îrana Îslamî û welatên din ji hêla aborî, civakî, çandî ûzanistî ve hêsantir û nêziktir bûye.

کۆدی بابهت: 59808 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۳۰ | کاتژمێر: 15 : 45

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: چهارشنبه 30 تير 1395 ساعت: 19:04

صفحه بندی