خرید بک لینک

Lîwaya “dijbera nerme” ya bi navê Nûredîn El-Zengî, zarokeke 10 salî bi îdiyaya alîkariya Artêşa Sûriyeyê ser jê kir. Berdevkê Amerîkayê Toner jî diyar kir ku eger ew dîmen rast derkevin, hinek bergirî dê werin wergirtin.

Li gorî rapora Kurdpress`ê, di du vîdeoyan de ku hat ragihandin li Helebê hatine tomarkirin, zarokekî bi navê Edbulleh Îsa ku tê texmînkirin ku filistînî ye, ji aliyê 5 kesan ve tê zeftkirin û serjêkirin.

Herwiha di vîdeoyê de tê ragihandin ku li Helebê kar dike û endamê Lîwaya Qudsê ya filistînî ye ku alîkariya Esedî dike. Ji aliyê din ve, malpera Enab Baladi`yê ya dijberiya Sûriyeyê ragihand ku zarok li herêma Henderatê ji aliyê Lîwaya Nûredîn Zengî ve hatiye girtin.

Lîwaya Nûredîn Zengî ev bûyer "şermezar" kir û ew wek şaşiyeke takekesî bi nav kir û teqez kir ku nabe kom hemî pê were tawanbarkirin. Endamê bîroya siyasî ya Lîwaya Nûredîn Zengî Yasir Îbrahîm Yûsifî ragihand ku komisyoneke lêpirsînê hatiye damezirandin.

Piştî belavbûna vê vîdeoya ku zarokekî 10 salî tê de tê serjêkirin, alîkariya ku dijberên Sûriyeyê werdigirin jî bû mijara lêpirsînê. Nexasim ku Lîwaya Nûredîn Zengî berê alîkarî ji gelek dewletan werdigirt ku Amerîka, Tirkiye, Qeter, Fransa û Brîtanya jî di nav wan de bûn.

Ji aliyê din ve, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Mark Tonerî wiha got: Eger em bikarin tiştên qewimîn û tevlîbûna vê komê piştrast bikin, divê em eşkere bibêjin ku em ê derbarê fêdeya şandina alîkariya de bifikirin.

کۆدی بابهت: 59806 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۳۰ | کاتژمێر: 15 : 24

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: چهارشنبه 30 تير 1395 ساعت: 19:04

صفحه بندی