خرید بک لینک

Li bajarên kurdan di dema êrîş û dorpêçkirinên hêzên dewletê yên di bin navê "qedexeya derketina kolanan" de bi sedan kes hatin qetilkirin û jiyana xwe ji dest dan. Lê heta niha cenazeyên 279 kesan nehatine teşhîskirin û ji van 261 cenaze ji ber neteşhîskirinê li goristanên bêkesan û 18 jî li morgên nexweşxaneyan tên rawestandin.

Li gorî rapora Kurdpress`ê ji zarê DÎHA`yê, piştî bidawîbûna pêvajoya aşitiyê, ji 24'ê tîrmeha 2015'an li gellek bajarên kurdan êrîş, pêkûtî û dorpêçkirinên hêzên dewletê xwe dan der. Di baregeha van pêkûtî, êrîş û dorpêçkirinên di bin navê "qedexeya derketina derve" de xwe dan der û nemaze li Sûr, Licê, Farqîn, Şiex, Cizîr, Silopiya, Hezex, Gever, Nisêbîn, Qoser, Qers û Wanê bi sedan kes hatin qetilkirin û înfazkirin. Ji van cenazeyan bi sedan jê hîn jî nehatine teşhîskirin. Tevî ku gellek malbatan bo DNA'yê nimûneyên xwînê dane jî, cenazeyan radestî malbatan nakin. Cenazeyên ku li benda encama danberheviyên DNA'yê ne bêyî ku encam bên aşkerekirin bi awayekî huqûqî piştî 15 rojan li goristanên bêkesan tên definkirin. Li gor agahiyên ku ji MEYA-DER'ê hatine wergirtin heta niha 18 cenaze li morgên nexweşxaneyan tên rawestandin û 261 cenaze jî bêyî nasnameya wan bên aşkerekirin li Amed, Erzirom, Mêrdîn, Silopiya, Cizîr, Riha, Hezex, Dîlok, Şiex, Meletî û Xarpêtê li goristanên bêkesan hatine definkirin.

کۆدی بابهت: 59809 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۳۰ | کاتژمێر: 18 : 8

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: چهارشنبه 30 تير 1395 ساعت: 22:53

صفحه بندی