Erdoxan: Ji bo ku rêxistina terorê ya ku teşebusa derbeyê bi lez û bez bê berterefkirin, li seranserê welêt 3 mehan rewşa awarte hat îlankirin.
Li gorî rapora Kurdpress`ê ji zarê AA`yê, serokomarê Tikiyeyê Receb Tayîb Erdoxan piştî civîna Lijneya Wezîran dest bi daxuyaniyê kir.
Erdoxên got: Gelê me bi awayekî biryardar xwedî li welêt û vîna xwe derket, li hemberî vê yekê çek, tank, firoke û balafirên derbexwazan jî bi kêrî tiştekî nehatin. Gelê me li hemberî terorîstên ku cil û bergên eskeran li xwe kiribûn bi helwesta xwe ya serbilind xwedî li welat û dahatuya xwe derket û seranserê şevê destanên qehremaniyê nivîsandin.
Erdoxên da zanîn ji bo ku rêxistina terorê ya ku teşebûsa derbeyê kir bi hemî hêmanên xwe û bi lez û bez bê berterefkirin li gor madeya 120`emîn a destûra bingehîn li seranserê welêt 3 mehan rewşa awarte hat îlankirin. 246 mirovên bêguneh hatin kuştin û hezar û 536 welatî birîndar bûn.
Erdogan herwiha got: Di encama gulebarana kesên ku teşebusa derbeyê kirin de ji welatiyên me yên sivîl, polêsên me û eskerên me heta niha 246 mirovên bêguneh mirin û hezar û 536 welatiyên me yên mesûm jî birîndar bûne.
کۆدی بابهت: 59851 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۳۱ | کاتژمێر: 9 : 50
برچسب:
نویسنده: استخدام کار