Akademiya Zanista Civakî ya Mezopotamiya dewreya xwe ya xwendinê bi şaheiyekê bi dawî kir.
Akademiya Zanista Civakî ya Mezopotamiya sala xwe ya xwendinê ya nû da destpêkirin. Sala xwendinê ya par di 1’ê Îlona sala derbasbûyî bi beşdarbûna 36 xwendekaran ji kantonên Kobanê û Cizîrê hate destpêkirin. Akademiyê beşên dîrok û zanista civakî destpê kir.
Akademiya sala nû ya xwendinê ku li ser 2 beşan hate meşandin. Beşekê yekem xwednina giştî û beşê duyemîn jî beşê pisporiyê. 9 mehan li gorî metreyalan dê bê meşandi. Di wî beşî de dersên dîrok, zanista civakî û semînerên fikrî û zanistî hatin dayîn.
Ji bo xwendekar xwendina xwe bidomînin, dê mehekê pirojeya xwe ya qedandinê amade bikin, paşê jî dê di saziyên Rêveberiya Xweseriya Demoraktîk û saziyên civakî yên sivîl de bêne erkdarkirin.
Sala xwendinê bi şahiyekê di navenda Akademiyê de bi beşdarbûna xwendekaran bi dawî bû.
Xwendekarên bi navê Egîd Qasim ku beşê dîrok bi dawî kiriye got ku metreyalên hatine dayîn gelekî girîngin û destnîşan kir ku zanebûna wî di aliyê dîrokî de pir baş bû.
Xwendekara di beşê zanista civakî de Newroz Şêxmûs jî kêfxweiya xwe anî ziman û bang li ciwanan kir ku telvî dewreyên xwendinê yên akademiyê bibin.
کۆدی بابهت: 59872 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۳۱ | کاتژمێر: 17 : 12
برچسب:
نویسنده: استخدام کار