خرید بک لینک

Rûsyayê çend saet beriya hewldana derbeya leşkerî, serokomarê Tirkiyeyê Receb Tayîb Erdogan hişyar kir.

Li gorî rapora Kurdpress`ê, ajansa Fars`ê ragihand ku li Enqereyê hinek çavkaniyên dîplomatîk derheqê mijara derbeyê de daxuyanî dane çapemeniya erebî. Hat îdiyakirin ku wezareta parastinê ya Rûsyayê derheqê amadebûna derbeyeke leşkerî de agahî daye dezgehê îstîxbaratê yê Tirkiyeyê.

Dîplomatan di daxuyaniya xwe de ragihandin ku leşkerên Rûsyayê ku li herêmê bûn hinek pêwendî tespît kirin û piştî şîfreya axaftinan zelal kirin tê fêhmkirin ku artêş dixwaze li hemberî Enqereyê derbeyeke leşkerî pêk bîne.

Hat ragihandin ku di nava axaftinên leşkeran de fermana kuştin an jî girtina serokomarê Tirkiyeyê Erdoxan ku li Marmarîsê bû hatibû dayîn.

Dîplomatan negotin ka leşkerên rûsî çawa ev sînyalên leşkerê Tirkiyeyê tespîtkirine, lê pergala Hêza Hewayî ya Rûsyayê ku niha li Sûriyeyê heye ku van sînyalên axaftinên Tirkiyeyê bigire.

کۆدی بابهت: 59871 | بهروار: ۱۳۹۵/۴/۳۱ | کاتژمێر: 17 : 4

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: پنجشنبه 31 تير 1395 ساعت: 23:17

صفحه بندی