خرید بک لینک

Rayedarên DBP-HDPê diyar dikin ku rewşa rêberê PKK`ê Ocalan ew demeke dirêj e nayê zanîn û ji ber ku fikar û xofa wan zêde bûye dê ji bo wî li qadan dest bi rêzeçalakiyên nû bikin.

Piştî hewldana derbeyê nîqaşên derbarê rewşa rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan careke din kete rojeva Tirkiyeyê. Li gor çapemeniya tirkan yek ji planên sereke yên derbekaran kuştina Ocalan bû. Li ser daxuyaniyên rayedarên DBP, HDP û PKK`ê, Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Bekir Bozdağ bi daxuyaniyekê ragihand ku wan hemî tedbîr stendine û rewşa Ocalanî baş e.

Li dû vê daxuyaniyê hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemil Bayîk diyar kir ku ev daxuyanî ji bo fehmkirina rewşa Ocalan ne bes e. Bayîk di axaftina xwe de destnîşan kir ku metirsiyeke mezin li ser rewşa Ocalan heye û gel divê ji bo wî dest bi çalakiyan bike.

Hevseroka DBP`ê Sebahat Tuncel îro ragihand ku heta rewşa Ocalan zelal dibe ew wek DBP dê li qadan bin û rêzeçalakiyên nû li dar bixînin.

Dewleta Tirkiyeyê ji 27`ê tîrmeha 2011`an û vir ve nahêle parêzerên Ocalan wî bibînin. Heyeta Îmraliyê û malbata wî jî cara dawî di 5`ê nîsana 2015`an de bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn.

کۆدی بابهت: 59997 | بهروار: ۱۳۹۵/۵/۲ | کاتژمێر: 21 : 35

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: يکشنبه 3 مرداد 1395 ساعت: 1:08

صفحه بندی