خرید بک لینک

Serokê odeya bazirganiyê ya parêzgeha Ûrmiyeyê got: Em wekî bazirgan, ti bankeke me li Îraqê tine û heta rêyeke me ya veguhestinê jî tine ku em kelûpelan heta ser sînor veguhêzin.

Li gorî rapora Kurdpress`ê ji zarê ragihandina giştî ya odeya bazirganiyê ya parêzgeha Ûrmiyeyê, Hesen Întizar di yekemîn civîna berpirsên parêzgehên sînorî yên li gel Îraqê de got: Di warê asta pêşketinên aboriya welêt de ti tiştekî zelal tine. Madem ku em di vî warî de pêşve diçin, çima em tiştekî hest nakin û ti hejmareke dirust nayê dayîn.

Wî got: Divê wezareta pêşesazî û bazirganiyê bide zelalkirin ka rola wê di aboriya welêt de çi ye û hetanî ku rêyên qaçax neyên girtin, ev pirsgirêk wê berdewam bikin.

Serokê odeya bazirganiyê ya parêzgeha Ûrmiyeyê herwiha got: Rewşa aboriyê li Îran û Îraqê ne baş e. Em wekî bazirgan, ti bankeke me li Îraqê tine û heta rêyeke me ya veguhestinê jî tine ku em kelûpelan heta ser sînor veguhêzin.

کۆدی بابهت: 60132 | بهروار: ۱۳۹۵/۵/۴ | کاتژمێر: 16 : 20

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: سه شنبه 5 مرداد 1395 ساعت: 0:18

صفحه بندی