Hêzên Sûryeya Demokratîk bi pêşengiya YPG`ê gelek deverên navçeya Minbicê ya bi ser Helebê ve kontrol kirin û hat ragihandin ku di demeke kurt de, dê mizgîniya rizgarkirinê bê dayîn.
Li gorî rapora Kurdpress`ê ji zarê ANHA`yê gelekî hindik ma ku navenda bajarê Minbicê ji binî ve ji DAIŞ`iyan bê paqijkirin.
Herwiha hat zanîn ku hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê di roja 67`an a operasyonê de derbeyên giran li DAIŞ`ê dixînin û tiştekî gelekî hindik maye ku bajar bi temamî bê rizgarkirin.
Ji aliyekî din ve, Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîşî ji hesabê xwe yê Facebookê ragihand: Hîn şer li Minbicê berdewam e û nûçeyên rizgarkirina wê ne rast in. Herwiha çavkaniya fermî em tenê ne.
کۆدی بابهت: 60839 | بهروار: ۱۳۹۵/۵/۱۶ | کاتژمێر: 14 : 40
برچسب:
نویسنده: استخدام کار