Selah Payaniyanî, lêkolîner û ferhengnivîsê mihabadî bû serokê mala kurd a Mihabadê.
Waliyê Mihabadê di hevpeyvîna li gel nûçegîhanê Kurdpress`ê de ragihand: Selah Payaniyanî, wêjedostê mihabadî ji bo serokatiya Mala Kurd a vî bajarî hatiye hilbijartin.
Cefer Kitanî got: Biryar e ku Payaniyanî wekî serokê Mala Kurd li gel hin endamên encumena îslamî û îdareya çand û îrşada îslamî ya Mihabadê ji bo xebat û lêkolînan serdana Mala Kurd a Sineyê û Mala Tirk a Tewrêzê bike.
Waliyê Mihabadê got: Wê di demên pêş de rêziknameya Mala Kurd a Mihabadê bê nivîsandin û piştre ev navend wê bi awayekî fermî xebatên xwe dest pê bike.
Kitanî got: Mala Kurd wê navendeke çandî-hunerî be ku nûnertiya bajarên kurdnişîn ên parêzgeha Ûrmiyeyê bike.
کۆدی بابهت: 60847 | بهروار: ۱۳۹۵/۵/۱۶ | کاتژمێر: 20 : 15