خرید بک لینک

Şerê li navenda bajarê Minbibê didome. Di encamê de 15 çete hatin kuştin û pêşveçûn dewam dike.

Li gorî rapora Kurdpress`ê ji zarê ANHA`yê, piştî ku şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Firina yedeg a Minbicê û Sûk El-Hal ên li bakûrê rojavayê navenda bajêr ji çeteyan rizgar kirin, berê xwe dan taxa El-Cûra. Di dema pêşveçûna şervanan de, di navbera wan û çeteyan de pevçûnên dijwar rû dan. Pevçûnên ku bi şevê dest pê kirin, heta serê sibehê dom kirin. Di encama şerê li vir de 7 çete hatin kuştin.

Li eniya başûrrojavayê bajêr jî piştî ku şervanan Taxa Şêx Eqîlê ji çeteyan rizgar kirin û berê xwe dan navenda bajêr, di navbera wan û çeteyan de pevçûn rû dan. Di encama pevçûnên li vir de jî 8 çete hatin kuştin.

Niha li aliyên rojava, bakûrê rojhilat û başûrê navenda bajêr, di navbera şervanan û çeteyan de pevçûn diqewimin. Her wiha li çargoşeya ewlekariyê, Sûka El-Nexta, Çerxerêya El-Kura El-Erdiye, taxên Minbicê yên kevin û riya Cerablusê jî, pevçûnên dijwar rû didin.

Li taxa El-Sirb El-Şemalî (Sirba bakur), jî hîn sivîl asê mane. Şervan hewl didin ku sivîlan rizgar bikin.

کۆدی بابهت: 60885 | بهروار: ۱۳۹۵/۵/۱۷ | کاتژمێر: 18 : 39

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: يکشنبه 17 مرداد 1395 ساعت: 21:26

صفحه بندی