Şanoya bi navê Xec û Siyabend a bi zimanê kurdiyê li bajarê Selmasê derket ser dikê û rastî pêşwaziya xurt a berpirs û xelkê bajêr hat.
Li gorî rapora nûçegîhanê Kurdpress`ê, êvara înê, 6`ê tebaxê, şanoya bi navê Xec û Siyabend ango Xec û Siyamend a derhêner û nivîskar Resûl Bangîn û bi lîstikvaniya Şebnem Yûsifî di rola Xecê û Cefer Pakniyet di rola Siyabend de li salona Kompeleksa Çandî û Hunerî ya bajarê Selmasê derket ser dikê.
Ev şano piştî Batman û Ûrmiyeyê, li bajarê Selmasê jî derket ser dikê û rastî pêşwaziya xurt a berpirs û xelkê bajêr hat.
Berî destpêkirina şanoyê, Mesûd Hacîelîlû, waliyê Selmasê axivî û got: Amadebûna min a li vir nîşan dide ku ev şano hatiye erêkirin û pêwîst e ku her neteweyek çand û zimanê xwe biparêze.
Derhêner Resûl Bangîn û çêkerê vê şanoya kurdiyê di hevpeyvîna li gel nûçegîhanê Kurdpress`ê de got: Destana Xec û Siyabend ji wê destana navdar a bi vî navî hatiye girtin ku du evîndar li Kurdistanê jiyan dikirin û tûşî wê evîna bêencam ku pirraniya evîndaran lê rast tên, bûn.
Resûl Bangîn bal kişande ser pêşwazîkirina xurt a li bajarên ku ev şano lê hatiye pêşkêşkirin û wiha got: Pêşwaziya gel ji şanoyên folklorê, yanê şanoyên ku hebûna wan vedibêje, çi di nav kurdan û çi jî di nav gelên din de pirr baş e.
کۆدی بابهت: 60908 | بهروار: ۱۳۹۵/۵/۱۷ | کاتژمێر: 19 : 59
برچسب:
نویسنده: استخدام کار