خرید بک لینک

Berdevkê dezgeha dadweriyê ya Îranê, îdamkirina Şehram Emîrî, bi tawana sîxurtiya li dijî Komara Îslamî ya Îranê, piştrast kir.

Li gorî rapora Kurdpress`ê, Xulamhisên Muhsênî Êjêyî, berdevkê dezgeha dadweriyê ya Komara Îslamî ya Îranê, roja yekşemiyê di civîna rojnamevanî ya li ser cezakirina Şehram Emîrî de, got: Ev kes li gorî vê yekê ku hin sirrên girîng û veşartî yên nizamê li ber destê wî hebûne û evî ew agahiyan didan ber destê dijminan û bi taybet Amerîkayê, di dadgehên salih de, hate mehkemekirin û mehkûmî îdamê bû.

Muhsênî Êjêyî, herwiha got: Şikestekî sîstima istixbaratî ya Amerîkayê ji sîstimên istixbaratî yên Komara Îslamiya Îranê, mesela Emîrî ye ku wê paşê ew mesele were hilkolandin.

Berdevkê sîstima dadweriyê ya Îranê destnîşan kir: Dezgehên istixbaratî yên Amerîkayê, wisan difikirîn ku haya Îranê ji veguhestina Emîrî bo Erebistanê û karên ku wî dikirin tuneye, lê haya Têhranê bi tamî ji wan meseleyan hebû û li ser wan çavdêrî dikir.

Muhsênî Êjêyî wiha dewam kir: Şehram Emîrî, li gorî qanûnê û bi amadebûna parêzer, hat mehkemekirin û hikma îdamê jî li gorî pêvajoya dadweriyê hat dayîn.

Berdevkê dezgeha dadweriyê ya Îranê, herwiha got: Ji bo Şehram Emîrî derfet hat dayîn ku şaşitiyên xwe bicebirîne, lê wî ne tenê di vî warî de qet hewl neda, belkî hewl da ku ji nava zîndanê jî agahiyan bişîne derve ku piştî van meseleyan û bihurandina qonaxên qanûnî, hate cezakirin.

Çavkanî: SAHAR TV

کۆدی بابهت: 60889 | بهروار: ۱۳۹۵/۵/۱۷ | کاتژمێر: 18 : 55

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: دوشنبه 18 مرداد 1395 ساعت: 0:29

صفحه بندی