Şagirtên Peymangeha Viyan Amara ya ziman û wêjeya kurdiyê ya Kantona Efrînê, ketin ezmûnên demsala duyemîn a perwerdeyê ya 2015-2016’an.
Li gorî rapora Kurdpress`ê ji zarê ANHA`yê, li Peymangeha Viyan Amara ya ziman û wêjeya kurdî, îro 74 şagirt ketin ezmûnên demsala duyemîn a perwerdeyê ya 2015-2016’an. Ezmûn dê heta 22’yê tebaxê bidome.
Şagirtên ku di van ezmûnan de bi ser bikevin, dê wekî mamoste li dibistanên seretayî yên kantonê werin belavkirin.
کۆدی بابهت: 60909 | بهروار: ۱۳۹۵/۵/۱۷ | کاتژمێر: 22 : 37
برچسب:
نویسنده: استخدام کار